Zirav
Nazik.
Şoxan
Şox û şeng. Bedew û çalak. Spîndar.
Hetar
Kevirê mezin û xir.
Dengîn
Navdar.
Modan
Navê hozeke Kurdên zaza ye.
Berstûn
Kevirê stûnê.
Şepol
Pêl. Şîpel. Şepêl.
Rakan
Texteberê ku binê wê vala be.
Mardîn
Navê parêzgeheke Bakûrê Kurdistanê ye ku ji deh şaristanan pêk tê û navenda wê jî bajarê Mardînê ye. (Li Başûrê Kurdistanê navê keçikan e jî.)
Pijaw
Deşta ter û tije av. Deştek e li peravê Gola Zirêbar ku bo masîgirtinê avkêşek li wir dadinîn. (Avkêş: Maş. Wek çîtê li pêşberî avê çêdikin bo ku masî bikevin tê de.)