Rehwan
Hespê xweşbez.
Lêhaz
Lêhaze. Lewaze. Niwêl. Lahêz.
Serdem
Wext. Kat. Dem.
Dewensa
Navê şikeftekê ye li herêma Hekariyê.
Diljan
Dilbijan. Dilêş. Dilbikul. Keserkûr. Pirr xemgîn. Gelek melûl.
Peyman
Pêyman. Qewl û soz.
Derwêş
Mirîdên pirçdirêj ên terîqeta Qadirî. Kesên gelek Xwedêperist. Ewdal. Bê malûhal.
Kasak
Cihê bilind û evraz.
Firêş
Firîş.
Maraw
Ronahiya heyvê. Fîşengeke agirdar e.