Kakî

Kake. Biragewre. Deşta rast û text.

Amal

Nêzîk (Filan kes rengê wî amal zerde. Wate filan kes rengê wî nêzî rengê zer e).

Korja

Bi zazakî “kûjeke”. Bîbîley çaw. Gilîlka çav.

Makoke

Cihê pir ji gul û giya. Çiyayekî herêma Bîtwênê ye li Başûrê Kurdistanê.

Rewêje

Ew tîxeya ku kevçiyan pê çêdikin.

Kirje

Mirovê jîr û çalak.

Yesna

Yezne. Cejn. Beşek e ji beşa mezin a avestayê. Kitêba Zerdeşt a sirûdên ayînî.

Jêhat

Kêrhatî. Jêhatî.

Jîlwan

Jîlvan. Nobedarê agir.

Xemrewîn

Xema vedirewîne. Xema nahêle.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!