Serxêl
Serokê êlê.
Ribase
Ribaze. Avdaniya zeviyê berî çandinê.
Maweran
Gundek e li pişt Şeqlawe. Wî gundî di serdemên kevn de melayekî gelek zana hebûye.
Kejos
Kajos. Çiyayek e li herêma Bêtwînê.
Wîre
Xeyal. Bîrewerî.
Reşmêw
Yaqûtî. Cureyeke tiriyê hûr ê sorê tox û nêzî reş e ku li herêma Sine zêde heye.
Hewêz
Hewşemerr. Peçemerr.
Yage
Peyveke hewramî ye wate cih, şûn.
Gulistan
Gulistan. Bax û bîstan.
Dêsem
Deysem. Navê serdarekî kevn ê Kurd bûye di serdema Sasaniyan de ku bi “Dêsemê şêr” navdar bûye, û di dema êrîşa Ereban bo ser Kurdistanê hatiye kuştin.