Veman
Bicîhêlan. Bicihman.
Asos
Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.
Spêde
Beyanî. Şefeq.
Arwan
Xwarina di rê de ya rêvîngan. Ardê komkirî di mal de. Hêştirê sê salî.
Soniya
Çiyayek e li Hewramanê li rexê gundê Şûşmê li Rojhilatê Kurdistanê.
Ajeng
Xeva sivik, Sivke xew. Barîne.
Kezîn
Kezan. Keskan. Qezwan. Xemilandin.
Baxle
Tovdank. Tûrkê tovê ku tovê genim û ceh û ... hwd dikin tê de û piştre dibin bo reşandinê.
Ferhan
Biheybet û mezin.
Kojîn
Navekî nû ye û wateya koma jiyanê dide. Jiyan hemû pêkve.