Melo
Qewdeke gulê ku dikin diyarî. Koşeke giyayê ku hatiye dirûn.
Hozanvan
Beytbêj. Stranbêjê ku hem helbestê danê û hem jî helbesta xwe bike stran.
Şagul
Xûşka mezin.
Wirya
Jîr û Xwedîhiş. Zîrek.
Gulbendî
Rewşa gulbendbûnê. Badayî. Alandî.
Xerman
Mij û morana derdora heyvê. Coxînka heyvê.
Rewşê
Bedew. Geş û sor.
Yakan
Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê.
Çîlek
Çeper. Teyman. Çît. Şûre. Sûr.
Cîran
Cînar. Hawsê.