Gulale

Navê gulekî ye. ‌‌Helale, Sorgul, Mêlaqe, Rebenok.

Yarsa

Navê ayînzaya Ehlê Heq e ku di koka xwe de yarsan e bi wateya yarê sultan. Yarê yezdan.

Egîd

Gernas. Wêrek. Qehreman.

Xetîr

Xetîre. Ew darê ku serê wê agir pê ve ye, û di dema newrozê de digrin destê xwe, û piştre bi wan xetîran agirekî mezin hil dikin. Li Akrê her sal bi sedan xetîran amade dikin û bi rêz diçin serê çiya û agirê newrozê hil dikin. Di soranî de dibêjnê: “Çilosk. Çoleçira. Çilûsk”.

Helez

Balkêş

Merze

Giyayekî bêhnxweş ê kêvî ye.

Şemo

Kurtkiriya navê Şemsedîn e.

Bijar

Bijartî. Bijarde. Bijare.

Perwar

Perwerdekirî bo serbirînê .

Xemgîn

Dil tijî ji xem. Xembar.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!