Karêz
Çavkaniya avê ku bi destan hatibe hilkolîn. Kanal. Riya avê ku li bin erdê re kêşabin.
Merwan
Navê kevn ê bajarê Merîwanê ye. Bajarê maran. Li Merîwanê zêde mar hene.
Qereman
Qehreman. Qareman. Pehlewan.
Meram
Doz. Merem.
Jêkan
Navê çiyayekî ye li herêma Bîngolê li Bakûrê Kurdistanê.
Erdeşîr
Şêrê tûre û bihêrs. Erdeşîrê Babekan paşayê Sasaniyan bû. Erdeşîrê kurê Xeşayarşa paşayê Hexamenişiyan bû.
Aşiq
Dildar. Evîndar.
Yaran
pirjimara yar. Dost. Heval.
Soşîn
Giyayekî stûr ê bilind e ku binê wê wek silkê (çuxenderê) ye ku hişk dikin û dikutin.
Feroşe
Giyayek e bo derman.