Binaşt
Qise û behs. Şerê devkî.
Dahên
Ji peyva dahêner hatiye wergirtin.
Agom
Paşayê Kasiyan û biraziyê (Olam Boryaş) bû ku karî dawî kelha Someriyan li peravê behrê wêran bike.
Beram
Bêhna xweş.
Sîrwan
Navê rûbarekî ye ku ji rêzeçiyayên Zagrosê li Rojhilatê Kurdistanê çavkanî digire û ji Başûrê Kurdistanê (Derbendîxan û Kelarê) re derbas dibe û diçe başûrê Bexdayê û piştre tevlî rûbarê Dîcleyê dibe.
Sereta
Destpêk.
Diyako
Navê yekem paşayê Mad û avakerê vê zincîre paşayetiyê bûye. Gezenfonê Yonanî jî navê wî aniye
Serxal
Xala ser kûlmekê. Xala bedew û xir.
Wêja
Qisezan.
Badil
Dilxwaz.