Boran
Kirêwe, Kirofe, Bayê tund ku berf û baranê di nav xwe de lûl dide û dibe cihekî din.
Haşiye
Qerax. Perawêzî kopeř. Qeraxa kaxezê.
Kalo
Ey mirovê pîr û kal. Pîro.
Debar
Hevhêz. Hevşan.
Mehabad
Peyva Mehabadê di çîroka Weys û Ramîn de navê kevn ê Nehawendê bûye ku digotnê Mahdînar. Bi kelhorî jî li cihê peyva “bajar” peyva “mah” bi kar dibirin, ku ereban peyva mah guherîne û kirine mahdîn û medîne. Di zimanê pehlewiya avestayî de jî gotine bajar “mah”. Herwiha gotine Nehawendê “Mah Besre”. Gotine Dînewer jî “Mah kûfê”. Mehabad an Mahabad navê pêxemberekî bûye ku berî Zerdeşt li xwar gola Urmiyê hatiye dinê. Peyva Mad jî li dewrana Sasaniyan bûye May û piştre bûye Mah.
Cêgir
Kesê di dema nebûna heval an hevkar an berpirsê xwe de cihê wî kesî digre.
Colane
Hêzûnke. Helork. Deydîk. Dêlekanê. Dardelekanê.
Perjîn
Perçîn. Şûreya dewra bax û bêstanan ku kelem (qelemên tûj) pê ve bin.
Dilbirîn
Kesê ku dilê wî bibirîn e. Dilê wî bikul û keser e.
Naske
Nazik û zirav.