Giring
Binirx. Kar yan tiştê ku nirxa wê hebe. Bayexdar.
Ewraz:
Evraz. Riya ber bi jor.
Akiran
Agirdan. Cihê agirperistan. Gundekî herêma Qarsê ye li Bakûrê Kurdistanê.
Korrew
Koçkirina bikom a xelkê û rihliberan di dema bombebaran û şer û tirsa ji lehiyê û erdhejê û ... hwd. Wek koçkirina xelkê Başûrê Kurdistanê li sala 1991an ji tirsê bombebarana kîmyayî.
Sinêje
Alaveke ristinê ye.
Askol
Xezala piçûk û xweşkok.
Geylan
Galan. Gêlan. Gund û deştek e li herêma Hewlêrê.
Bûran
Bahoz, Tofan.
Sazan
Gundekî xweş û pir ji bax û baxat e li li başûrê rojhilatê Helebçeyê. Lihevkirin. Saçan. Saçiyan. Saziş.
Rengale
Teyrekî rengbireng e ku mêşhingivê dixwe.