Mapare

Bedew wek heyvê.

Xencer

Şûr. Kêrika dirêj a destikdarîn ku zemanê berê dixistin ber şûtka xwe de û şer pê dikirin.

Diljîr

Mirovê aqil û birehim.

Gulhezî

Hezkirina ji gulê.

Çêliyan

Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.

Aşme

Peyveke zazakî ye bi wateya heyvê.

Hawbeş

Hevbeş. Hevpişk. Şirîk di kar û kasibiyê de.

Aşot

Befra ku di quntara çiya de kom bûye.

Wano

Bi kelhorî wate dixwîne.

Hevdem

Hevkat. Hemwext.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!