Girîvan
Girê pasewanan. Gundek e li herêma Duhokê li Badînan a Kurdistanê.
Harsim
Ava qoreyê. Ava pesîreyê. (Qore û pesîre: tiriyê ku tirş e û hêla negihîştiye).
Arad
Navê firişteyekê ye di ola Zerdeştî de.
Hêvin
Hêvin. Li ser hemdê xwe. Aram.
Cêwar
Cihwar. Cîwar.
Ardeşîr
Erdeşîr. Kurê Babekê kurê Sasan e ku avakerê deshilatdariya Sasaniyan bû, û ew deshilatdarî ji aliyê Kurdên Şiwankare û Bazringî (Berzencî) ve dihate birêvebirin.
Rafîna
Gundek bû li Başûrê Kurdistanê ku Be`isê wêran kir.
Raber
Pêşewa. Rêber.
Serpîl
Sermil.
Çeko
Netirs. Biwêr.