Hewêz
Hewşemerr. Peçemerr.
Sason
Navê hozeke Kurd a navdar e û çiyayek e li Kurdistana jêr deshilata Tirkiyê. Şoreşa Şêx Seîdê Pîran li sala 1925an li wir dest pê kir.
Asewar
Şûnwar.
Ronî
Ronahî.
Şarê
Rêya pan û sereke.
Serbixwe
Azad.
Kirmanc
Kirmac. Kurdmac. Kurdmanc. Navê kevn ê Kurd. Beşeke zêde ji nifûsa Kurdan li Bakûrê Kurdistanê. Li herêma Mukiryanê dibêjine gundiyan Kurmanc.
Nelas
Gundek e li nêzî Serdeştê ku li hindav çemê Kelwê ye.
Xanzad
Mîr Xanzad yek ji fermanrewa û mîrên mîrnişîna Soran bûye di dawiya sedsala 16an û destpêka sedsala 17an de.
Maron
Giyayek e ku ji bo serêşê baş e. Kevirekî reş e ku têkilî kila çavan dikin.