Gulnixûn

Guldexûn. Guleke navdar û derman e.

Toran

Xeyidîn. Zîzbûn. Acizbûn.

Ramatiya

Navê jinekê bûye ji malbata deshilatdarên Mad.

Kardar

Navê eşîrekê ye li Rojhilatê Kurdistanê. Cihgirê balyoz.

Dilawêz

Kesê ku bibe evîndarê bedewî û eşqa kesekî din.

Sîmere

Navê çemê navdar ê herêma Loristanê ye ku dirêje nav rûbarê Ereban (Şetil`ereb).

Xozge

Xwezî. Hêvîxwastina tiştekî.

Kasîn

Leyîzek e kevnar e.

Çawreş

Çavreş.

Gelo

Aya. Axo. Tu bêjî. (Gelo tu bêjî rojekê Kurd bigihîje armancên xwe?). Bo pirskirinê tê bikaranîn.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!