Sîdar
Xwedî sî. Xwedî sîber. Siya darê. Sîbera darê.
Şalaw
Êrîş.
Bûran
Bahoz, Tofan.
Wirya
Jîr û Xwedîhiş. Zîrek.
Şahîne
Jina paşa. Şajin. Xweşî û şadî.
Hasê
Dibe ku ji navê Hesîbe hatibe wergirtin.
Maraw
Ronahiya heyvê. Fîşengeke agirdar e.
Daro
Bi hewramî wate “heye”. Kurtkiriya navê Dara ye.
Xaldar
Mirovê xaldar. Navê gundekî ye li herêma Mukiryan li Rojhilatê Kurdistanê.
Elîşêr
Elîşêr (1882-1937) serokê federasiyona hozên Kurd bû, ew hozên ku tevlî yekemîn serîhildana kurdan (Serhildana Qoçgiriyê) bûbûn û li dijî komara Tirkiyê xebat dikirin.