Obal
Sûç. Guneh.
Qesîle
Kewçiyeke darîn.
Nojîn
Nûjîn. Jiyaneke nû. Vejiyan.
Çirûsk
Ronahî. Biriqîn.
Elind
Elend. Spêde. Berbang. Şefeq.
Ketane
Ketan. Giyayek e ku zêde bilind dibe pûşê wê dişibhe têlê. Perçeyeke spî û nazik e ku jinik wek serpoş bi kar tînin. Straneke feyliyan e.
Keşîne
Masiyê xaldar.
Berhan
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk a faşîst navê wê guheriye û kiriye tirkî.
Espîn
Hore. Powaz. Darê ku dixin nîveka şeqa darê, bona ku herdu aliyê darê negihîjin hevdu, û piştre bikarî bi bivir wê darê bişkînî.
Serwer
Serdar. Salar.