Jîno
Jîna nû. Xwediya jînê.
Caban
Ev peyv di koka xwe de (gawab yan cawan) bûye, û di zimanê kurdî de wateya şivanê ga yan gagelewan dide û li xwar Başûrê Kurdistanê jiyane, lê şûnwarê wan nemaye. Navê yek ji serdarên serdema Sasanî bûye di serdema Yezgird de. Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de jiyane, lê Kurd ji wir hatine dûrxistin.
Bêkes
Kesê wî/ê tuneye.
Ejî
Dijî û zindî ye. Sax e û nemiriye. (Bi soranî: Maçikêt hezar zêrî sûr ejî. Wate "Her maçeke te hezar zêrê sor tîne" ).
Şeraniş
Kanî yan ava boş û rewan. Sûlavek e li Zaxoyê.
Hozan
Helbestvan. Gelek zana. Qesîde. Parçeyek ji helbestê.
Gulnar
Gulhinar. Gulhenar.
Kaniyaw
Kanî. Serçawe. Çavkanî. Ava ku ji kaniyê der dibe.
Zêwe
Gořa ocaxan. Ziyaretgeh.
Arok
Navê kifteyeke pan e ku ji ar jî tê çêkirin.