Pişkoje
Pişkok. Qopçe. Kulîlk.
Arîna
Ji regeza Arî. Hûrkirin û harîn. Navê çiyayekî herêma Hekariyê ye.
Şariya
Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
Serbaz
Leşker. Kesê ku diçe xizmeta leşkeriyê. Çekdarê dewletê.
Harsim
Ava qoreyê. Ava pesîreyê. (Qore û pesîre: tiriyê ku tirş e û hêla negihîştiye).
Sinawê
Gundek e li herêma Xoşnawetî li Başûrê Kurdistanê.
Çavbaz
Ew keça ku çavên wê wek çavê bazê bedew bin.
Zinar
Kevirê gelek mezin. Raz. Razeber. Gundek e li herêma Îlamê ku bi feylî navdar in.
Codî
Cûdî. Navê çiyayekî ye li Bakûrê Kurdistanê.
Kakil
Giyayekî bêhnxweş e wek rêhanê, lê pelgên wê naziktir in.