Dilram
Dilnerm.
Sapîna
Kaniyek e li herêma Şêxan li 12 km a Bedriye.
Razaw
Ji peyva "razawe" hatiye wergirtin. Xemilandî.
Sincan
Gundek e li herêma Menguran li nêzî Mehabadê.
Kanîlan
Dola pir ji kanî. Landika kaniyan. Gundek e li herêma Hewşarê li Rojhilatê Kurdistanê.
Gulavane
Bi awayê gulavê.
Wertê
Cihê ku tije ye ji gul û giya. Nawerast. Cihê asê wek zozan û çiyayê rijd. Gundek e ketiye quntara çiyayê Karox.
Tolaz
Ciwan û bedew.
Xunçe
Pişkûj. Gula ku hêşta nepişkiviye.
Şende
Peyveke hewramî ye bi wateya kutxwarî. Navê nadiyar.