Atirsam
Navê keça Yezdgirdê Sasanî bûye.
Rêbar
Rêbwar. Rêvîng. Kesê ku ketiye rê û diçe.
Qelatan
Nişîngeha mîr û mezinan. Xaniya ser çiya. Navê gundekî ye li herêma Şarwêran a girêdayî bajarê Mehabadê ye û hêzên rejîmê xelkê wir komkuj kirin.
Şadî
Kêfxweşî.
Werziyar
Cotbend. Cûtêr.
Şahîne
Jina paşa. Şajin. Xweşî û şadî.
Xara
Parçeyeke binirx e.
Bale
Semaya aram a Ewropiyan e ku li Rojhilata Navîn de jî zêde carr e.
Roniya
Ronahiya.
Zoraw
Navê bavê Restem qehremanê çîroka kurdî ya (Rostem û Zoraw) e. Dr. Îmadedînê Dewletşahî ku xelkê Kirmaşanê ye selimandiye Rostem û Zoraw (Sohrab) Kurd bûne û çîroka wan jî çîrokeke kevn a kurdî ye.