Ernewaz
Ew jî navê tîreyeke Kurdan e li Bakûrê Kurdistanê.
Şareza
Beled. Zana di karûbaran de. Jidayîkbûyê şar (bajar).
Aryo
Kurtkiriya navê Aryo Berzîn e ku serdarekî wêrek ê Kurd bûye û li hemberî êrîşa Eskenderê Meqdûnî berxwedan kiriye.
Rêzan
Rêbîn. Şareza.
Kanîle
Kaniya piçûk.
Rêhan
Rîhan. Rîhane. Pincarekî bêhnxweş e û tê hişkkirin jî.
Qirşî
Kaya herzinê.
Karis
Herzin. Herzinê gir. Gawris. Tama wê tehl e, û pelg û gula wê dişibhe pelg û gulên ceh.
Hestar
Rondik. Firmêsk.
Waran
Baran.