Dilsoj
Dilşewitî. Kesê ku dilê wî pak e û bo hevalan dişewite. Xemxwer û birehm e. Serperestekî baş e.
Xepar
Bijar. Xweşbûna zeviyê bo çandinê.
Nîştiman
Welat, Serzemîn. Ser`erd.
Êlax
Zozan. Kiwêstan. Hewar.
Herman
Heta hetayî. Hertim man. Hertimî.
Cazer
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê niha hatiye teirîbkirin.
Çavîn
Duaya çavezar. Çavtîj.
Qeşan
Baldarek e ku li peravan dijî. Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
Gulgeş
Wek gulê bedew û geş.
Şinirwê
Çiyayekî bilind e ku ketiye rojhilatê Helebçeyê, û li ser kopîtka wê jî du kanî hene bi navên Qeman û Wezgêl.