Kosan
Kiwêstan. Zozan. Navê bajarokekî Kurdnişîn bû di navbera bajarê Kût û bajarê Neimaniye ku bi destê hikûmeta Beis Kurd hatin awarekirin û Ereb anîne cihê wan. Kût û Neimaniye jî di serdemên kevn de Kurdnişîn bûn, lê ew jî bi destê hikûmeta Beis hatin erebnişînkirin.
Rajîne
Navekî Asûrî ye ku li Badînan heye û sernavê straneke hunermendê koçkirî Mihemedarif Cizîrî ye.
Şamî
Şimtî. Zebeş. Şûtî. Şiftî. Genime şamî. Gulegenim. Kurtkiriya navê Şamirad. Xelkê Şamê. Naznavê helbestvanê nemir Şamî Hersînî ye.
Varko
Navê çiyayekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Roda
Rojda. Derketina tavê.
Diljîn
Jiyana ji dil ve.
Eywan
Eywan peyveke kevn a kelhorî ye wate: Dîwan. Hêwan. Heywan. Koşk. Telar. Sera. Navê bajarekî Kurdan e li Îlamê.
Kalme
Navê şemşîreke kevn e.
Sarîna
Wargehê bilind û hênik.
Vîndar
Kesê xwedî îrade.