Heşar
Bose. Kemîn.
Lalezar
Baxçê Gulan.
Jiwan
Gihîştina bi hevdu li cihê ku berê hatiye diyarîkirin.
Jêwan
Jêvan. Sazlêder. Jenyar.
Gulçinî
Karê gulçinînê.
Şaliyar
Şariyar. Meznê bajar. Deshilatdarê bajêr. Şayar. Hemdest û hevalê paşa. Navê helbestvanê mezin ê Kurdên Zerdeştî Pîr Şaliyar e ku li Hewramanê jiyaye, û wê demê bûye ku ereban êrîşî ser Kurdistanê kirine.
Jîliya
Serbizêw. Nesekinî. Newestayî. Gundek e li geliyê Lêtan a ser bi herêma Rewanduzê.
Beşîr
Di zaravayê soranî de tê wateya ajel an jî jinên şîrdar. Lê di farsî de tê wateya mizgênîder.
Şekre
Şekrok. Giyayeke çiyayî ye.
Şînwar
Warê ku şîn e. Warê ku şînikatî heye.