Jînko
Pirjimara peyva jîn an jiyan.
Spêde
Beyanî. Şefeq.
Arazyas
Bajarek bûye ku Madan tê de hikûmet kirine. Renge heman bajarê Darayas bûbe li rexê gundê Deryaz li Şarwêrana Mehabadê ku niha jî kavilên wê her mane.
Mariya
Şervanên eşîra Mîtan an Manayî ku Kurd bûne.
Şalawên
Şanewaz. Dengxweş û bestebêjê baş û kêrhatî.
Rikan
Bawerî.
Werdî
Piçûk. Zarok.
Sarêj
Cebirîna birînê.
Birsaq
Girdeyekî piçûk e ku şîr û avê berdidin ser hewîr û di nav rûn de sor dikin.
Zeynê
Lê binêre. Hişê xwe bidê. Dêna xwe bidê.