Ewjen
Hawêjer. Şikêner û bezêner.
Êrmn:
Mêhvan.
Kewrû
Rûmetê wê wek yê kewê ye. Amaje ye bi keçên bedew.
Zara
Navekî kevn ê kurdî ye bi wateya “kew”. Navê çiyayekî ye li Silêmaniyê li nêzî çiyayê Ejdehak ku dikeve navbera bajarê Dukan û bajarokê Sûrdaş.
Pelerîn
Giyayek e ku pelgên spî diweşîne.
Komara
Gundek e li herêma Pawe li Kurdistanê.
Şaçira
Çiraya mezin.
Kejê
Belek. Dureng. Sernav û navbenda çend stranên kurdî ye.
Nawaze
Bijarde. Bitaybetî.
Şirnax
Hoz û bajarokek in li herêma Cizîrê û Botanê li Kurdistana Bakûr.