Şesperr
Rêjnebarana tund. Barana boş. Navê gulekê ye. Tipla mezin.
Balêne
Rifêde. Mezirgeya ku hewîr li ser pan dikî û li tenûrê didî.
Pirûske
Pirûsk. Pirîşkên agir.
Xonas
Xwenas. Kesê xwe nas dike.
Aşot
Befra ku di quntara çiya de kom bûye.
Zibare
Herewez. Dema ku xelkê gund di karê dirûna dexlûdan an ... hwd de hevkariya hevûdin dikin.
Şewhewar
Şevbêrka li zozanan.
Camêr
Ciwanmêr. Mirovê baş. Xweşmêr.
Zoro
Zoranbazî. Kurtkiriya navê Zohrab (Zoraw)e.
Lêzan
Karzan.