Şewên
Şewîn. Şewnim. Xûnav. Dema piştî baranê. Di heyveşevê de şivan keriyê pez ji hevdu vediqetînin. Cihê vehewiyana pez di dema şewê de. Çêrandina pez di dema şevê de.
Badîn
Qedeh. Îskan.
Varko
Navê çiyayekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Awel
Dost. Yawer. Hawrê.
Dilawêz
Kesê ku bibe evîndarê bedewî û eşqa kesekî din.
Xoşeng
Xoşeng e (Her bixwe bedew e. Bedewiya xwerisk).
Geşan
Geşbûna agir. Vegeşîn.
Reşang
Reşan. Goştê bizinên reş. Erdê ku berfa li ser wê heliyabe û nemabe.
Zivêr
Xemgîn. Tûre. Nerazî. Xwînşirîn.
Dilgerm
Kesê dilê wî xweş e. Dilê wî bi karekî germ e. Kesê hêvîdar.