Çêliyan
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.
Mera
Navê çiyayekî ye li Sîdekan a Başûrê Kurdistanê.
Bextewar
Dilşad. Kamiran. Bextiyar. Şa. şad. Dilxweş. Kêfxweş. Kesê ku bextê wî baş e û ji rewşa xwe razî.
Soma
Ronahî, Bînahiya çav, Hêza dîtinê ya çav, Çirûskeke ronajiyê ji dûr ve. Navê herêmekê ye li Rojhilatê Kurdistanê.
Gulewez
Guleber.
Ciwanmêrd
Ciwanmêr. Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Mîrxan
Mîr. Kesê mîr û axa be.
Nazilî
Nazdar û nazenîn. Serbendê straneke kurdî ye.
Danêr
Hakim. Dadwer.
Tacê
Tac. Kumê serê paşayan.