Zêwar

Qerax. Perawêz.

Rêdîr

Rêdûr. Kesê ku riya wî dûr e.

Ziryan

Reşeba. Befr û baran digel bayekî sar ê bihêz.

Erxe

Alîkar. Piştevan.

Gulbendî

Rewşa gulbendbûnê. Badayî. Alandî.

Zerîk

Zerîq. Tîrêja şefeqê.

Dirêşk

Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin).

Rewen

Rewend. Rewende. Koçerên ku pezên xwe dibin zozanan.

Meram

Doz. Merem.

Honer

Yê ku tiştekî vedihûne wek: Helbest, an kezî û werîs û ... hwd.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!