Gulegenimk
Gula genim.
Rêwas
Şînahiyeke tirş e li çolê şîn dibe.
Gulendam
Bejnzirav.
Mendane
Mendok. Mendê.
Mahnûs
Navê bajarokekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê bi tawana şîebûnê hemû hatin derkirin û ew bajar hate teirîbkirin.
Sîno
Navê çiyayekî ye Bakûrê Kurdistanê.
Xelek
Pirça xelek. Beş (Beşa yekem. Xeleka yekem).
Melo
Qewdeke gulê ku dikin diyarî. Koşeke giyayê ku hatiye dirûn.
Ayîsan
Hilbûna agir. Pêxistina agir.
Meşan
Navê yekem jinê ye ku di beşa duyem ji rûpela 44 a yeştên Zerdeşt de navê wê hatiye.