Aware

Derbider. Sergerdan. Ji wargehê xwe dûrketî.

Lenger

Westan. Mener. Wek: Rawestiyana teyran di dema firînê û rawestiyana çopîkêş di dema şahiyê de. Xweragirtin û rawestiyan li cihê bilind û nazîk.

Newnîga

Lênihêrîna nû. Lênihêrîna evîndarane.

Kirîsk

Pirîşkî agir. Pirûskê agir.

Anahîta

Di pirtûka Avestayê de tê wateya pak û bêgerd. Anahîta Xwedayek e ku ji aliyê Ehûramezda û Zerdeşt ve jî rêz û hurmet jê re hatiye danîn. Anahîta çavdêriya ava hemû cîhanê dike.

Rengałe

Teyrekî rengbireng e ku mêşê hingivînê dixwe.

Gulveda

Guldan. Pişkivîn.

Raspêr

Kesê ku tiştekî dispêre.

Çiyavan

Çiyager. Şaxewan.

Bilûr

Şimşala şivanan.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!