Kewyar
Yara wek kewê şilûmil.
Bêstan
Bostan. Cihê ku zebeş û temate û … hwd diçînin.
Arî
Aryayî, Arîkarî, Hevkarî, Xwelîşînk.
Dilbaz
Dildanîdan.
Enêş
Tirs û xof. Sam.
Merze
Giyayekî bêhnxweş ê kêvî ye.
Wane
Paşgir e wek: Lûtewane (Xezêm, Xizêm). Destewane (lepik). (Le lay wane: Le lay ewane. Li ba wan e).
Lîna
Kûpeyê mezin ê şerabê.
Firo
Xwarinek e ku ji şîrê çêl, mîh an jî bizina nûzayî tê çêkirin.
Şazê
Rûbarê mezin.