Revîn
Bazdan. Filitîn.
Dalanper
Navê çiyayekî ye li Rojhilatê Kurdistanê ku sala 1943an Komeleya J-K, Partiya Hîwa û Komeleya Xoybûnê li wir peymana sê sînor îmza kirin û xerîteya Kurdistanê destnîşan kirin û li ser pirsa Kurdistana mezin li hev kirin.
Mêwerd
Tovreşandin piştî yekem barana payîzê.
Kovar
Govar. Belavoka ku heftane yan mehane carekê tê weşandin.
Azîta
Keça Ejdehak dawî paşayê Mad û diya Kûrûşê Hexamenişî.
Êza
Xelat.
Cigergoş
Cigergoşe. Zarok.
Anîsk
Henîsk. Dema kesek digel vê ku digrî îsk jî têne wî/wê.
Gulbendî
Rewşa gulbendbûnê. Badayî. Alandî.
Newroz
Nevroz. Roja serê salê. Destpêka buharê.