Erdehan
Erdêhan an jî Erdîxan bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye.
Amêdî
Bajarekî Başûrê Kurdistanê ye, û li ser kopîtka çiyayekî bilind hilketiye.
Berxwedan
Xebata bê rawestan. Bergirî. Serhildan.
Çawreş
Çavreş.
Sana
Sanahî. Hêsan.
Reben
Tekûtenê. Jar û perîşan. Soba (sełt, zigortî).
Maznê
Mezin. Gewre. Gundek e di navbera Mêrgesor û Balekiyan li Başûrê Kurdistanê.
Şîlan
Şîlandik. Dilêq. Cilêq. Berê dareke sor a qahîm û strîdar (kelemdar, bikelem, biqelem) e ku heya şeş gezan bilind dibe û gulên zer dide, û şîlan rengê wê sor û şirîn û bitam e, herwiha wek derman jî tê pêşniyarkirin.
Rewan
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe.
Dînê
Îşare ye bi keç an kurê serşêt di evîndariyê de. Di straneke kurdî de hatiye (Were “dînê”. “Dînê” min).