Yaxî
Serbizêw. Çiyayê helemût. Girevgirtî. Firar. Kesê serê xwe hilgirtibe û li çol û çiya ketibe.
Hedên
Gundek e ser bi herêma Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê.
Ramîs
Maç. Ramûsan.
Sîtav
Tîrêja tavê. Têhn û germahiya tavê.
Jîngeh
Cihê jiyanê.
Zêrîn
Ji zêrê hatibe çêkirin. Wek zêr. Bi rengê zêr.
Nijyar
Xaniyê ku bi tenê ji keviran hatibe çêkirin.
Alav
Amûrê çandiniyê.
Rawe
Şîroveya watayê. Ferman e bo rawestanê. Raweste. Bisekine.
Reşkot
Navê hozeke Kurd e li Bakûrê Kurdistanê.