Erdelan
Mîrgeha Erdelan (1169-1867), navenda wê Rojhilatê Kurdistanê bû, û mîrnişîneke Kurdan bû ku piştî dewleta Merwaniyan (a Kurdan) ava bû.
Maçan
Pirjimara peyva maç.
Revîn
Bazdan. Filitîn.
Asman
Asîman.Esman.
Qeşan
Baldarek e ku li peravan dijî. Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
Nadir
Kêmwêne. Degmen. Bêhawta.
Hawkar
Hevkar. Alîkar. Hevşixul.
Avzêm
Awzêm. Korekanî. Kaniya ku buharan derdibe û havînan diçike.
Nijyar
Xaniyê ku bi tenê ji keviran hatibe çêkirin.
Zendor
Navê bajarokekê ye li serdema Sasaniyan, li herêma Kût li rexê Emare ku hikûmeta Beis navê wê kire Elî Xerbî.