Pilîse
Miqesok. Perresîlke.
Raste
Xetkêş. Bazara sergirtî.
Banîn
Navê bajarokekê ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê ku Kurdên feylî tê de dijiyan, lê piştre hikûmeta Beis, Ereb anîne cihê wan û ew jî li wir derxistin, û ew Erebên ku li wir mabûn jî, di nav Ereban de heliyan û zimanê xwe ji bîr kirin.
Şatî
Şexte. Sehol. Hewayê sar. Sir û serma.
Kovan
Xem. Nerihetî. Êş. Jan. Derd. Kul. Elem. Keser. Azar.
Nîna
Evane.
Şemal
Ew bayê ku ji başûr ber bi bakûr radibe.
Kolneder
Nebez. Nevest. Kesê ku nakeve û berdewam dibe.
Rafîna
Gundek bû li Başûrê Kurdistanê ku Be`isê wêran kir.
Êza
Xelat.