Senar

Navê eşîreke Kurd bûye li rexê Urmiyê.

Beheşt

Buhişt. Baxên Xwedê di dunyayê de.

Dêrîn

Kevnar. Mêjîn.

Lawje

Goranî. Stran.

Sardoniya

Guleke bedew a pelgpan e ku 20-30 cm bilind dibe û gelek bihêz e, û piştî heyamekê bejna wê req dibe û dibe texte. Du cureyên wê hene: Sade û Şêstper.

Dilsoz

Dilsoj. Dilşewitî. Kesê ku dilê pak e û bo hevalan dişewite. Xemxwer û birehm e. Serperestekî baş e.

Gulgul

Her tiştê ku xalên bedew tê de hebin. Xalet.

Dîmen

Ew hinda ku bi çav xuya dike.

Lêwar

Qerax. Rex. Lêva banê avahiyê.

Rezê

Qala rez û baxê tirî dike.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!