Laz
Lawê ciwançak. Lawê bedew û şoxûşeng. Şek û beranê çarsalî.
Varko
Navê çiyayekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Geras
Hilûçeyên zer ên payîzê.
Dozan
Gûzan. Tîxa ku mirov rihê (riyê, rûyê, rêdîna) xwe pê kurr dike. Giwêzan.
Heşar
Bose. Kemîn.
Mapare
Bedew wek heyvê.
Borja
Di navbera xew û şiyarbûnê de. Borexew.
Gencîne
Sermiyan. Malê dunyayê.
Kevan
Kemana tîrhavêtinê.
Raga
Soz yan hewayê muzîkê. Navê sirûdeke serdema Zerdeştiyan bû.