Pelûle
Ardepelû. Xwarinek e ji ard û rûn tê çêkirin.
Awêne
Qudîk. Neynûk.
Sado
Naznavê çend beytbêjên Kurd bû li Gurcistan û Ermenistanê ku yek ji wan li Tiblîsê dijiya û navê wî Simayîl Sado bû.
Kenîle
Keça piçûk. Sernavê straneke hewramî ye.
Ala
Beydax. Perçem.
Barêje
Ba û baran pêkve. Ba û boran.
Helîlan
Hozeke Kurd in ji tîreyên Piştko li herêma Loristanê.
Nigîn
Bext. Şans.
Kars
Herzin. Herzinê gir. Danek e ku rengê wê wek rengê xalîşînkê ye û tama wê tehl e û saq û gula wê jî wek a cih e.
Kirîskan
Girrkan. Bûrkan. Kaniya agir.