Arezû

Hêvî. Awat. Dilxwaz. Di zaravayê pehlewî de bo peyva “Arezû” peyva “Arzok” hatiye bikarhînan.

Xecan

Xecê. Xec. Xecîc. Bedew û rind.

Hawraz

Hevqise. Hevrê.

Heyran

Evîndar. Aşiq.

Hengir

Teyrê ku mêşên hingivînê dixwe.

Dilrifên

Bedew û dilgir. Li ber dilan.

Helale

Navê gulekî ye. Gulale, Sorgul, Mêlaqe, Rebenok.

Rêçkewan

Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.

Hogir

Adetkirin bi tiştekî. Hezkirin li tiştekî.

Avdar

Bo meha nîsanê tê bikahînan. Ava di bin darê de. Tiştê ku zêde av tê de hebe dibêjnê avdar.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!