Gulbejin

Mêr an jina ku zirav û bedew be dibêjinê gulbejin.

Hako

Ji nişkê ve. Bêyî vê ku lê binêre.

Xurto

Lawo. Genco.

Rabûn

Hestan. Rasan. Raperîn.

Ajda

Ejdad. Bav û kal.

Hana

Roniya çav. Hêz û şiyan. Yarmetîdan. Hevkarîkirin û bihawardeçûn. Hêvî. Rica. Lahî û dalahî.

Keleş

Laşê miriyan. Rind û ciwan. Bedew. Çalak.

Taşiye

Mijar. Babet. Kêrhatî.

Çawkejal

Çavên wek çavê xezalan.

Berze

Navê gundekî ye li herêma Kût li Başûrê Kurdistanê, ku Kurdên kelhurî tê de jiyan kirine, lê dewleta Beis Kurdên wir bo cihekî din dûr xistin û Ereb danîne cihên wan de.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!