Xoşîn
Navê rêberekî ayînî yê yarsaniyan e. Xwerisk. Piştî baranê.
Mado
Ji peyva Mad hatiye wergirtin bi wateya Mada Piçûk.
Balar
Karîte. Darek e ji bo qahîmkirina bendikên rêsandina caciman bi kar tînin.
Wirkol
Hestiyar û hilkol. Ji tiştan zêde hildikole. Kunckaw. Kunckol. Serbizêw. Serwext û hişyar.
Tase
Bîra kesê kirin. Arezû. Hêvî. Meraq.
Mîrxan
Mîr. Kesê mîr û axa be.
Pexşe
Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.
Kewjîn
Bêzûkirdin. Ew uşiyê tirî ku bi darê ve hişk dibe û dimîne.
Girosk
Kirosk. Kilostik.
Behre
Dahat. Qazanc. Feyde. Nî`imet. Sûd.