Etreş

Ziraw. Zirav. (Ke çawim pê kewt le tirsa etreşim perrî. Wate dema ku min ew dît zirava min qetiya.)

Racan

Bapîrê Zerdeştê peyamhîner e.

Yaso

Navê stranbêjekî Kurd e li herêma serhed a Kurdistana Bakûr.

Gulbejin

Mêr an jina ku zirav û bedew be dibêjinê gulbejin.

Melo

Qewdeke gulê ku dikin diyarî. Koşeke giyayê ku hatiye dirûn.

Estîlan

Kelemiştê. Kełemistên. Pişkîlan. Leyîzeke zarokan e.

Gulale

Navê gulekî ye. ‌‌Helale, Sorgul, Mêlaqe, Rebenok.

Razan

Nivistin. Xewtin. Di soranî de wateya “çîrok û hikayetan” jî dide, wek mînak: “Danîştûnete pay “razan” û her naybirnewe.”

Gulbehar

Gulbuhar. Gula buharê ku kesk e û zêde pelgên wê hene.

Xomal

Taybet bi mala te bixwe.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!