Jemko

Nan û pêxorê şivan yan rêvîng. Jemensa. Jemenza. Destûdilvekirî.

Xemo

Xemhilgir.

Tirûske

Birîqe. Şewq. Ronahî.

Gabar

Karwanek ku çêl û ga bar kiribin.

Vejen

Enerjî. Hêz. Qavet. Xurtî.

Helaw

Navekî jinane ye û serbendê straneke kurdî ye.

Jûliyan

Sîsbûn. Çirmisîn.

Herdem

Hertim. Hemû demê. Hemû gavê.

Wendî

Went. Xwedî. Xwedan. Paşgira hindek eşîran e wek: Elîwendî. Huseynwendî.

Hewlêr

Gelek baş. Ji baş baştir. Bajarekî kevn ê Başûrê Kurdistanê ye ku dîroka wê vedigere bo 6 hezar salî berî zayînê. Navê wê yê kevn Erbîl e ku bi siryanî wate “çardor keleh” (herçar dora wê keleh e).

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!