Tolaz

Ciwan û bedew.

Tinok

Dilop. Dilopa av û baranê.

Jîlekan

Cihê agirê vemirandî.

Sindî

Navê hozeke Kurd e li rexê Mûsilê li Başûrê Kurdistanê.

Naze

Kurtkiriya Nazenînê.

Merîwan

Navê bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye.

Tawil

Reşmal. Xîvet. Kon.

Arêz

Avrêj. Xwediyê kaniyên zaf. Navê çiyayekî bilind e li bakûrê bajarê Sine ku dikeve ser rêya Sine-Merîwanê. Navê serdarekî Mad bûye. Navê guleke bêhnxweş e lê jiyê wê kêm e.

Halan

Pirjimara “nemam” (Şêne). Handan. Dengedeng û hawar.

Kardok

Li peyva kardox binêre.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!