Gulfiroş
Kesê ku gulan difiroşe.
Parşan
Çiyayek e di navbera rûbarê Qalwê û rûbarê Tetehû li herêma Mukiryan.
Makwan
Çiyayekî bilind e li Başûrê Kurdistanê.
Bakûr
Dema mirov li rojava binêre dikeve destê rastê.
Meko
Çeper. Senger. Strageh. Kogeh. Cihê kombûna xelkê.
Berzîn
Kulavê ku di bin zîn û kurtanê de davêjin ser pişta hesp û keran.
Lêhaz
Lêhaze. Lewaze. Niwêl. Lahêz.
Xanîl
Xanîk û Xanîl navê du hozên Kurd in li Şîrazê ku vedigere bo serdema Sasaniyan ku piştre awareyê herêmên din ên Kurdistanê bûne û piraniya wan jî bi destê Tirk û Ereban ji nav çûne.
Lawan
Pirjimara peyva Law e.
Spêde
Beyanî. Şefeq.