Kawan

Çiyayê kevirîn. Serê çiya.

Laz

Lawê ciwançak. Lawê bedew û şoxûşeng. Şek û beranê çarsalî.

Destgir

Dezgîran. Dezgirtî. Pîrê terîqetê.

Kinaçe

Kinaçê. Bi hewramî wate: Keçê!. Herwiha dibêjine wê keça ku hêşta nezewicîbe. Dengê zirekewê.

Guhêz

Veguhêz.

Hosa

Wisa. Bi vî rengî.

Birûsk

Ronahî û berqa ewran digel girmîna ewran.

Barane

Baran. Waran.

Nakaw

Ji nişkê ve.

Şûrbaz

Şûrhingêv. şûr heman şemşîr e. Wate şemşîrbaz.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!